QAHIRE
Serokê Sererkaniya Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Mîrlîwa Ebdulîlah el-Beşîr diyar kir, bajarê Dêrazorê ya ku li rojhilatê Sûriyeyê ket bin kontrola endamên rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI).
Beşîr di vîdeoyeke ku belav kir de destnîşan kir ku Dêrazorê ketiye bin kontrola DÎŞIyê û û wiha dewam kir: "Heleb jî di nav pencikên DÎŞIyê û hêzên Esed de ye. Rêxistina terorê DîŞI her roj ber bi bajar, gund tax û malên me ve tê. Welat dike bin kontrola xwe. Ji ber ku piştgirî û alîkariya çekdarî nadin ASA û şoreşgeran ev yek diqewime. Em ji welatên ku dostên gelê Sûriyeyê ne dixwazin ku bila ji Sererkaniya ASAyê re çekan bişînin û alîkariyê bidin. Her rojên ku diborin ji kîsê me diçin, heke heta demeke kurt alîkarî ji me re neyê kirin ev bobelat bi tenê li ber sînor dê nesekine. Em bangî civaka navneteweyî dikin ku bila wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Em ji Xwedê û gelê xwe re soz didin, heke ji me re alîkarî bê kirin em ê axa mixalifan biparêzin û li hemberî dijmin li ber xwe bidin."
Hat ragihandin ku Eniya Nûsrayê û ASAyê yekîneyên xwe duh ji çoltera bajarê Dêrazorê derxistin û endamên DÎŞIyê jî şeva pêncşemiyê ji çoltera rojavayê Dêrazorê bigre heta sînorê Iraqê bi qasî 130 kîlometre cih kirin bin kontrola xwe.