QAHÎRE
Li Misrê Serokê Konseya Birêvebiriya Teşkîlata Îxwanê Muslimîn Muhemed Bedîî ji ber ku gel "teşwîqê tundî û qetlê" dike qasê 15 rojan cezayê hepsê xwar.
Îxwanê daxuyanî da û got: "Derbexwaz wisa zenn dikin ku heke serokên Îxwanê bigirin û wan di çapemeniyê de rûreş bidin nîşan dê hêza gelê Misrê bişkînin û wan teslîm bigirin. Derbexwaz bila vê yekê baş bizanibin ku êdî doz bûye doza bi hezaran mirî û birîndaran û bûye doza gelê Misrê."
Di daxuyanî de wiha hat gotin:
"Tewra dîktatorên xwînxwar yên li Misrê ku xêrxwaz û dildarên Misrê rûreş dikin û sivîlên li Misrê radigirin bin çav û her wiha li ser navê heq, edalet û îxlasê qaşo ji ber tirsa xwe neheqiyê li mezlûman dikin ji me re xerîb nayê. Na, heke ne mîna gotina me be wê çaxê çima Serokomarê meşrû Mursî revandin û veşartin? Gelo ji ber ku gel ew wek Serokomar hilbijartibû loma? Çima Îxwanê Muslimîn û rêhevalên wan radigirin bin çav? Çima nahêlên û destûrê nadin ku çapemenî rastiyan bibêje?"
Bedîî li devera Medînetu'n Nasrê ya li paytext Qahîreyê li qada Rabîatul Adewiyeyê piştî ku hat ragirtin, duh di bin ewlehiyeke mezin de şandin Girtîgeha El-Aqreba ku gelek girtiyên Îxwan û partiyên îslamî yên din tê de ne.