Li Misrê ji serokên Teşkîlata Îxwanê Mûhemed el-Bîltecî ji dozgeriyê xwest ku kuştina keça wî ya li qada Rabîatul Adewiyyeyê ku di 14ê tebaxê de di mudaxaleya hêzên ewlekariyê de qewimîbû, bê lêkolîn.
Ji parêzerên Bîltecî, Hesen Kerîm ji nûçenûsê AAyê re daxuyand ku duh li rojhilatê Qahîreyê li Nasr Cityê berî ku li dozgeriyê jêpirsîna Bîltecî bikin, wî xwest ku kuştina keça wî bê lêkolîn û her wiha bi taybetî piştî ew ragirtine binçav ev yeka bûye ku ev jî hêjayê balê ye.
Kerîm da zanîn ku Bîltecî der barê Serokomarê berwext Adlî Mensûr, Wezîrê Parastinê Abdulfettah es-Sîsî, Serokwezîrê berwext Hazim el-Bîblawî û Wezîrê Karên Hundir Mûhemed Îbrahîm ji ber ku bûne sedema kuştina keça wî doz vekir. Dozgeriyê jî sozê lêpirsîna vê dozê da.
Kerîm da zanîn ku Bîltecî ji hêla dozgeriyê ve li qada Rabîatul Adewiyyeyê bi îşkenceyê ji kuştina 4 kesan tê tawanbarkirin. Her wiha got ku li ser vê tawanê Bîltecî qebûl nekir û diyar kir ku xwepêşanên wan ne ji bo tundiyê ji bo aştiyê bûne.
Kerîm wextê ku tê qalkirin ku bi îşkenceyê tundî li welatiyan hatiye kirin, Bîltecî ne li qada Rabîatul Adewiyyeyê bûye.
Kerîm îdia kir ku ji bilî Biltecî her wiha 20 birêvebirên Îxwanê di şertên gelek xerab de di hucreyên yek kesî de tên girtin û muemeleya xerab dibînin.