MARDÎN
Ji ber ku destûr nedanê hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah ji dergehê sînor yê li Kiziltepeyê re derbasî Sûriyeyê bibe, ew jî hat Mardînê.
Hat diyarkirin ku ji ber ku Abdullahê nikaribûye derbasî Sûriyeyê bibe hat Mardînê û li otêlekê bi cih bû. Serokê bajêr yê BDPê Reşat Kaymaz ji muxabirê AAyê re axivî û got: "Ligel hemû hewldanên me Hevseroka PYDê Abdullah ji dergehê ku bi destûr derbasî Tirkiyê bûye re nikare dîsa vegere Sûriyê. Heya ku ji heman dergehî re derbas bibe em ê xebatên xwe bidomînin."
Asya Abdullah ji bo beşdarî mitînga BDPê ya 1ê îlonê li Diyarbekirê li dar xistibû bibe, hatibû Tirkiyeyê.