Hat ragihandin ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) "Şirketa Derxistin û Hilberîna Neftê" ava dike.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya hikûmetê de hat weşandin wê li gor polîtîkayên Herêma Kurdistanê planên ji bo derxistin, lêgerîn û hilberîna neftê bên kirin. Hat gotin ku ji bo avakirina şirketê "Pêşnûmaya Zagonê ya Şirketa Derxistin û Hilberînê ya Neftê ya Kurdistanê" di Lijneya Wezîran hat qebûlkirin û şandin Parlementoyê.
Di daxuyaniyê de gotinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî cî girtin. Barzanî got ku em ê mekanizmayeke wisa ava bikin da ku êdî butçe û miaş neyên birîn.
Barzanî der barê qeyrana neftê ya di navbera hikûmeta navendî de jî wiha got: "Herêma Kurdistanê nefta ku îxrac dike tu wextê nade destê Şirketa Neftê ya Neteweyî (SOMO). Lê em amade ne ku der barê şandina neftê de bi berfirehî agahî bidin SOMOyê. Em bi hikûmeta Iraqê re rêyên diyalogê nagirin. Di vê mijarê Neteweyên Yekbîyî (NY) û DYA di dewrê de ne."