Ahmet Aydın
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
ERBÎL
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, li bajarê Silêmaniyê digel herdu Cîgirên Serokomarê Iraqê Iyad Elawî û Usame Nuceyfî civiya.
Li gorî daxuyaniya ji nivîsgeha Barzanî, di civîna sêqolî ya di navbera Barzanî, Elawî û Nuceyfî de mijarên derbarê rewşa nuha ya Iraqê û pêşhatên siyasî digel van rêyên çareseriya pirsgirêkan hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de her sê alî li ser madeyên weke "destpêkirina hevdîtinên partiyên siyasî û aliyan ji bo nermkirina rewşa atomsfera hişk ya li Iraqê, birêvebirina hevdîtina li ser ajandayeke eşkere, rakirina amborgêyên li ser HKIyê bi şiklekî lezgîn û di demeke kurt de destpêkirina civînan di navbera Bexda û Hewlêrê de" li hev kirin.