Türkan Tosun
08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
VAN
Li Wanê mamosteyên wêneyan ên ku wek "Hunermendên Nepenî" tên binavkirin dema ku hemû kes radizên bi şev derdikevin kolanan û bajêr bi wêneyan va dixemilînin.
Şaredariya Îpekyoluyê demek berê xebatek da destpêkirin. Li gor vê projeyê komeke ji mamosteyên wêneyan ên Lîseya Hunerên Xweşik pêk tê şev li ser dîwaran, trafoyan û cihên nexweş xuya dikin wêneyan xêz dikin.
Ji ber ku bi şev dixebitin ew wek "Hunermendên Nepenî" tên binavkirin. Ev mamoste li ser dîwaran resmê filamîngoyan, pişîkên Wanê, masiyên kefalê û tiştên din xêz dikin.
Ew bi van wêneyan ve him bajêr dixemilînin û him jî nirxên ku bûne sembola bajêr derdixin li pêş ku bala welatiyan bikşînin.
Mamoste Zeydîn Erîşê ku wêneyan çêdike got li her aliyê bajêr wêneyên wan hene û heta niha wan li ser 150 trafoyan wêne xêz kirine.
Erîş wiha axivî: "Di xebatên xwe de em tiştên ku bûne sembola bajêr yên wek filamîngo, pişîkên Wanê, masiyên kefalê xêz dikin. Em girîngiyê didin van û divê ku em van nirxan winda nekin. Em heta sibê dixebitin. Dema mirov sibê hişyar dibin ji wan re dibe suprîz. Ev jî xweşa me diçe û em kêfxweş dibin. Dema em dixebitin hin kes tên li cem me û dibêjin 'tu dikarî resmê min jî xêz bikî?' Ev gotin me motîve dike. Ji ber ku em şev dixebitin ji me re dibêjin 'Hunermendên Nepenî' û gelek kes nizanin em kî ne."