Li Londraya paytexta Îngilistanê cilên ku ji çîqolatayê hatine çêkirin bi defîleyekê derketin pêşberî çîqolatahezan û modehezan.
Li Îngilistanê her sal di meha cotmehê de Hefteya Çîqolatayê ya Neteweyî tê lidarxistin. Fûara "Salon du Chocolat" jî bi vê minasebetê cara yekem hat Londrayê û bi defîleyeke modeyê ya ku cil û bergên ji çîqolatayê hatine çêkirin deriyê xwe vekir.
"Salon du Chocolat" li dinyayê organîzasyona herî mezin ya çîqolatayê ye. Li şeva galayê ya "Salon du Chocalat"ê ku li Londrayê hat lidarxistin de dîzaynkarên herî navdar ên modeyê û hilberînerên çîqolatayê hatin cem hev. Di defîleyê de gelek aksesuarên di nav de çente, şewqe û kolyeyên ku ji çîqolatayê hatin çêkirin jî hebûn ji hêla mankenan ve hatin nîşandan.
Fûar dê heta 21ê cotmehê li Navenda Pêşangeha Olympiayê ya li Londrayê bidome.