BERLÎN
Li Almanyayê di 22yê îlonê de hilbijartin hatin kirin û rayên Partiya Keskan a Alman li gor hilbijartinên berê kêm bûn. Partiyê kongre li dar xist û di hilbijartinê de Cem Ozdemîr dîsa bû hevserokê partiyê.
Ozdemîr ji sala 2008an vir ve hevseroktiya partiyê dike. Ozdemîr beriya kongreyê daxuyanî da û xwest ku bila dubendiyên di nav partiyê de hene di demeke kurt de biqedin. Piştî hilbijartinan Hevserokê Partiyê Claudia Roth dev ji wazîfeyê berde û Sîmon Peter hat şûna wî.
Di hilbijartinan de Partiya Keskan a Alman ji sedî 8,4 ray girt û di Meclisa Federal de 63 parlementerê xwe bi cih kir.