MEDÎNE
Heciyên ku rêwitiya wan a pîroz li Mekkeyê dest pê kir, hêdî hêdî têne Medîneya Munewwere.
Heciyên ku ji Mekkeyê hatin Medîneyê, pêşiyê Mescida Nebewî ya ku Hz. Muhemed piştî hîcrêtê ava kiribû ziyaret dikin.
Hecî piştî ku li Mescida Nebewî bi hurmeteke mezin selamê didine Hucreya Seadetê, paşê derbasî Rewzeya Mutahhara dibin û li wir nimêj û dia dikin. Ji ber ku ji Rewzeya Mutahharayê re dibêjin "li ser rûyê erdê cihekî ji bihuştê ye" pir qerebalix dibe.
Goristana Cennetul Baqiyê dikeve rojhilatê Mescîda Nebewî û nêzî 10 hezar sahabî lê hildayî ne û teqez tê ziyaretkirin. Li Cennetul Baqiyê qebra Hz. Osman, qebra apê Hz. Muhemed Hz. Ebbas, ya kurê wî Îbrahîm, neviyê wî Hz. Hesen, met, keç û jinên wî hene.
Di lîteretura îslamî de piştî Mescida Heram cihê herî pîroz Mescida Nebewî ye.