ŞAM
Li Sûriyê bi wesayiteke bombebarkirî êrîş hat kirin û di encamê de 30 kes mirin.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku li taxa Meknana ya Hamayê nêzîkî Şîrketa Çandiniyê, bi kamyonên bombebarkirî êrîş hat kirin û di encamê de 30 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyan rewşa birîndaran xedar e.
SANAyê ragihand ku di encama teqînê de ji bilî wesayitan xisar gihiştiye gelek avahî û karxaneyan jî.
Peywirdarekî Sûriyeyî daxuyanî da SANAyê û got ku komên terorê ên biçek ev êrîş kirine.