RAMADÎ
Li bajarê El-Enbar a Iraqê êrîşeke xwekujiyê hat lidarxistin, di encama vê êrîşê de 6 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat hildan li bajaroka Ramadî ya li ser El-Enbarê çalakvanê xwekujiyê ket hundirê meclîsa herêmî û bombeya li ser xwe teqand. Di teqînê de xwekujer jî di nav de bi tevahî 6 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Li derdorê tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin û hêj berpirsyarên vê êrîşê ne diyar in.