MÛSIL
Serokê Palamentoya Iraqê Ûsame Nûceyfî diyar kir ku Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî 8 meh e li Almanyayê derman dibe û xeletiyeke mezin e ku rewşa tenduristiya wî tê veşartin û wiha got: "Divê êdî cihê Talabanî vala nemîne û rewşa wî eşkere bibe. Em dixwazin li nexweşxaneya wî ziyaret bikin û bizanibin ka wê berpirsiyariya xwe bidomîne yan nedomîne."
Nûceyfî li bajarê Mûsila Iraqê beşdarî civînekê bû û diyar kir ku berpirsyarên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) der barê tenduristiya Talabanî de naxwazin daxuyaniyê bidin û em vê fehm dikin, lê li Iraqê rewş cuda ye.
Nûceyfî diyar kir ku li Iraqê car caran siyasetmedar rewşa Talabanî tînin rojevê û ev jî malbata Talabanî û partiya wî diqilqilîne û wiha got: "Çimkî berpirsyarên Iraqê dixwazin li nexweşxaneya ku tê de derman dibe Talabanî ziyaret bikin û bi çavên xwe rewşa wî bibînin."
Nûcefî bal kişand ku der barê rewşa Talabanî de tu agahiya wî nîne û wiha axivî: "Heger Serokomarê Iraqê bimire yan jî nikaribe berpirsyara xwe bi cih bîne dê serokomarê nû were hilbijartin. Lê heta niha em nizanin ka rewşa Talabanî çawa ye."
Nûceyfî got: "Divê êdî cihê Talabanî vala nemîne û rewşa wî eşkere bibe" û wiha berdewam kir:
"Divê em Talabanî ziyaret bikin û rewşa tenduristiya wî eşkere bikin. Heger bêje 'ez nikarim karê xwe bikim' wê çaxê dê serokomarekî nû bê hilbijartin. Min çend meh berê ji bo ku Talabanî ziyaret bikim ji malbata wî destûr xwest. Lê destûr nedan min. Ez vê daxwaza xwe cardin dibêjim."
Serokê YNKê û Serokomarê Iraqê Talabanî li bajarê Berlînê 8 meh e li nexweşxaneya Chariteyê tedawî dibe û ji xeynî malbatî wî kes nikare wî ziyaret bike.
Talabanî di 18ê kanûna 2012an de nexweş ketibû.