ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) hilbijartina parlementeran di 21ê îlonê de hat kirin. Di vê hilbijartinê de herî zêde Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ray sitend û bû yekemîn. PDK ji bo hikûmeta nû bê damezirandin di nav heftê de dê bi partiyên ku di meclisê de bi cih bûne re dest bi hevdîtinan bike.
Parlementerê PDKê Umîd Xoşnav ji AAyê re diyar kir ku di nav heftê de dê partiyan ziyaret bikin û wiha dewam kir: "Tiştê ku em wek partiya yekemîn dibêjin eşkere ye. Rewşa Kurdistanê ya niha pir hesas e. Em dixwazin ku hikûmeteke neteweyî ya ku hemû partî tê de cih digrin bê damezrandin."
Xoşnav destnîşan kir ku heta niha partiyên muxalefet li Silêmaniyê civîn kirine û wiha pê de çû: "PDK dê di nav du rojan de bicive û biryarên gelek girîng bide. Em dixwazin di hikûmeta ku nû bê damezrandin de partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî cih bigre. Heke YNK di hikûmeta ku bê damezrandin de cih negre li Kurdistanê pêvajoya siyasî dê neçe serî."
Endamê Konseya Birêvebirina PDKê Elî Ewnî jî bal kişand ser têkiliyên di navbera partiyan de û wiha got: "Em dixwazin hikûmeteke ku YNK, Goran, Yekgirto û Komeleya Îslamî jî di nav de bin bê avakirin. Hemû alî ji me re lazim in. Bi taybetî jî em dixwazin Goran a ku hetanî îro di muxalefetê de bû bila di bin banê hikûmetê de jî cih bigre."
Parlementerê YNKê Goran Azad jî got: "Lijneya Serokatiya YNKê di nav du rojan de dê civînekê bike. Di vê civîne de biryara YNKyê ya ji bo hikûmetê dê bê dayin. Ez bawer dikim ku YNKê di hikûmeta nû de dê cih bigre."
Parlementerê Goranê Elî Hame Salih jî diyar kir ku hêj biryar nedane ku di hikûmetê de cih bigrin û wiha dewam kir: "Me hêj biryar nedaye û deriyê me jî ji hemû partiyan re vekiriye. Heke gelê Kurdistanê bixwaze em ê di hikûmetê de cih bigrin lê nebe em ê wek niha di muxalefetê de bin."