BAGDAT
Li Bexdaya paytexta Iraqê di kafeteryayek de êrîşa xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de 52 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê bidest xist, di kafeteryayeke li taxa El-Amîlê de êrîşkarekî pêşî bombeyên li ser xwe û paşê jî yên ku di kafeteryayê de bicih kiribûn teqand. Di encama teqînê de 52 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin hejmara miriyan dibe ku zêde bibe. Hêj jî kiryarên êrîşê nayên zanîn.