Piştî weqfeya Erefatê ya duh hat kirin, danê êvarê hin kes bi qefleyan hin kes jî bi peyatî derbasî Mizdelîfeyê bûn. Mislimanan li vira diayên xwe yên weqfeyê kirin û ji bo şeytan ricim bikin kevir berhev kirin.
Mislimanan ji nîvê şevê pê ve dest bi ricimandina şeytan kir. Mislimanan bi heft keviran ve şeytan recim kirin û derbasî Ke'beyê bûn. Li vira piştî tewaf û sayê serê xwe qûsandin, ji îhramê derketin û bûn hecî. Bi vî awayî îsal 61 hezar û 300 kesên ji Tirkiyeyê, bi tevayî nêzî 3 milyonî misliman hatin axa pîroz û bûn hecî.