ROTTERDAM
Li Hollandayê partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDA), fitar da nûnerên saziyên misilman.
Rêxisitina bajarê Roterdamê ya CDAyê ev organîzasyon li dar xist. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên misilman, birêvebirên mizgeftan Alîkarê Şaredarê Roterdamê Hugo de Jonge, endamên meclisê û gelek kes beşdarî fitarê bûn.
Hugo de Jonge diyar kir ku organîzasyona fitarê 10 sal berê dest pê kir û êdî ji bo partiya wan bûye kevneşopî, ji ber ku em bi Misilmanan re dijîn jî em pir kêfxweş in.
Partiya Xirîstiyanan, bi vê organîzasyona ku her sal li dar dixe ve dixwaze ku têkiliya di navbera xwe û misilmanan de xurt bike. De Jong jî bal kişand ser Remezanê û got: "Mirov di meha Remezanê de muhesebeya xwe dike û bo vê jî ev meh pir girîng e.
Fasî, Tirk û Bosnayî di serî de gelek misilmanan di vê fitarê de cih girt.
Endamê meclisê Mûzaffer Çetîn jî hejmara misilmanên ku li Roterdamê rûdinên bilêv kir û got: "Li Roterdamê 600 hezar kes dijîn û ji van kesan 150 hezar ji wan misilman in. Êdî misilman jî di nav civaka Holandayê de cih digrin. Erf û adetên misilmanan di civakê de tên qebûl kirin, jixwe ev fitar jî vê yekê nîşan dide."