QAHÎRE
Li Misrê hikûmeta demborî dest bi peywirê kir. Li gor çavkaniyên nêzî Serokwezîr Biblawî, Sererkan û Wezîrê Parastinê Abdulfettah es Sîsî, peywira alikariya serokwezîrtiyê girt. Sîsî di daxuyaniyên xwe yên borî de gotibû ez dê tu peywirê negirim.
Di hikûmeta dembori de Nebîl Fehmî bû Wezîrê Karên Derve, Muhemed Ahmed Îbrahîm ji bu Wezîrê Karên Navxeyî.
Kesên bûne wezîr ev in:
1- General Abdulfettah es Sîsî: Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Parastinê
2-Ziyad Behaeddîn: Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Ragihandinê
3-Husam Îsa: Wezîrê Perwerdeya Bilind
4-Muhemed Hîşam: Wezirê Turîzmê
5-Riza Mehmûd Hafiz: Wezîrê ji Pîşesaziya Parastinê Berpirsiyar
6-Ahmed Mustafa Îmam Şaban: Wezîrê Elektrîk û Vejenê