QAHÎRE
Dadgeha Ceza ya Qahîreyê doza bi îdiaya ku "pereyên ji bo mesferên qesrên serokomariyê hatibû veqetandin derbasî zimeta xwe û malbata xwe kiriye" Serokomarê berê yê Misrê yê ji kar hatiye dûrxitin Husnu Mubarek beraet kir. Lê ji ber "rewşa heyî" Mubarek neanîne salona doz lê dihat dîtin.
Hat diyarkirin ku ji ber dozeke din Mubarekê girtî bimîne.
Berê jî der heq Husnu Mubarek de bi hinceta ku "dema girtîmayînê ya asgarî dagirtiye" di du dozên bi îdiayên "di heyama şoreşa 25ê Çileya 2011an de kuştina xwepêşandêran" û "malê dewletê derbasî zimeta xwe kirinê" de biryar hatibû dayîn ku bêyî girtin were darizandin.