BASRA
Li bajarê Basraya başûrê Iraqê 2 tepînk teqiyan, ji ber teqînan de 2 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê wergirt, li herêma Kût el-Haccac a li ser Basrayê, li ber qehwexaneyekê 2 tepînk li pey hev teqiyan. Di teqînan de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Heta niha tu kesî ev bûyer hilneda ser xwe. Yekşema hefteya borî jî 3 teqîn pêk hatibûn û di van bûyeran de jî 8 kes miribûn û 36 kes jî birîndar bûbûn.