14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ya ku endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin û lê tevdîrên ewlehiyê dewam dikin, polêsên wezîfedar di dema nobedariyê da fitar û paşîva xwe dixwin.
Li Sûrê operasyonên ku di 28ê sermaweza 2015an da piştî kuştina Serokê Baroyê Diyarbekirê Tahir Elçî û şehîtkirina polêsên bi navê Ahmet Çîftaslan û Adem Erdur dest pê kirin û di 9ê adarê da temam bûn. Li navçeyê tevdîrên ewlehiyê yên polêsan dewam dikin.
Li Sûrê piştî ku operasyon bi serkeftî temam bûn hêzên ewlehiyê ji bo hizûr û aramiya welatiyan nobetê digirin.
Li navçeya ku lê tevdîrên ewlehiyê dewam dikin, polêsên wezîfedar di dema nobedariyê da fitar û paşîva xwe dixwin.
Polêsên ku nobetê digirin xwarina xwe germ dikin û li benda fitarê dimînin. Polês piştî ku fitara xwe dikin nimêj dikin û çay vedixwin.
Polêsên wezîfedar di qilûbeyên xwe da paşîva xwe dixwin.
Wek mayîn welatiyên li navçeyê di fitar û paşîvê da ji bo polêsan xwarin tînin.