Mislimanên ku hecê xwe kirin û ziyaretên xwe yên li Mekeyê qedandin tên Medîneya ku Hz. Mihemed piştî hicretê hatê.
Hecî piştî Eyda Qurbanê tên Medineya Minewer û li vê derê Mescida Nebewî û Cinetul Baqiya ku merzelê 10 hezar sahibiyî lê ye ziyaret dikin. Li vê derê merzelên qîz û jinên Hz. Pêxember, lawê wî Îbrahîm, nebiyê wî Hesen û apê wî Ebas hene.
Misliman pêşiyê tên Hucreî Seadeta ku merzelê Hz. Pêxember tê de ye ziyaret dikin û paşê derbasî Rawzaya Mitehere dibin û nimêj dikin. Li vê derê gelek qerebalixî çêdibe û bi taybetî jî di wextê nimêjê de zehf qerebalix dibe.
Di Mescida Nebewî de ji xêncî merzelê Hz. Pêxember merzelê Hz. Omer û Hz. Ebûbekir jî hene. Ji ber vê yekê jî ji bo mislimanan piştî Mescida Heramê cihê herî girîng Mescida Nebewî ye.
- Şerê Uhudê û mescid
Cihên ku lê şerên Uhud û Hendekê hatin, Qûbaya mescida ewil, mescida Qibleteynê ji bo tarîxa Îslamê zehf girîng in û ji bo vê jî hecî van deran ziyaret dikin.
Çiyayê Uhudê 5 kîlometreyî dûrî bajêr e. Hecî diçin vê derê merzelê 70 sehabiyên ku Hz. Hemzeyê apê Hz. Pêxember jî di nav de ye ziyaret dikin.
Hecî li vir derdikevin Girê Tîravêjan û li ser girîngiya vê derê difikirin.
Yilmaz Suleymanogluyê ku ji Ofa navçeya Trabzonê ji bo hec hat erdê pîroz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo ku li vê derê ye zehf kêfxweş e.
Suleymanoglu wiha axivî: "Ev bi salan bû ez li hêviya îro bûm. Ez nikarim qala rewşa xwe û van deran bikim divê meriv bê vira û bibîne."