Hz. Muhemed (s.x.l.) dema ku bi hevalê xwe yê sadiq Hz. Ebûbekir re ji Mekkeyê koçê Medîneyê kir, bi qasî 3 rojan li Çiyayê Sewrê di şikeftê de man. Çiya û şikefta Sewrê ya ku bûye warê gelek mûcîzeyan di nav wan cihan de ne ku li axa pîroz tên ziyaretkirin.
Namzetên hecîtiyê kom bi kom ji cihên ku li wir dimînin derdikevin rê û li quntara çiyayê Sewrê nimêja sibê dikin û pişt re rêwîtiyeke bi qasî saet û nîvê dest pê dike. Bi taybetî heciyên ku ji Tirkiye, Pakistan, Malezya û Endonezyayê tên girîngiyê didin serdana Çiyayê Sewrê.
Namzetên heciyan qet guh nadin germahiya zêde û hilkişîna bi qasî 2 kîlometreyî û şopa Hz. Pêxember dişopînin û bi rêwîtiyeke dijwar xwe digihînin şikefta Sewrê. Hema bêjin ji her temenî kes tên serdana Şikefta Sewrê lê bi taybetî namzetên hecê yên kal û pîr ji bo dîtina mekanê pîroz gelekî hewl didin.
Namzetên heciyan yên ku dikevin Şikefta Sewrê di nav zinarên asê de, li ser bûyerên ku dema Hz. Pêxember ji ber mûşrîkan direviya jiyabûn, difikirin û hestewar dibin.
-"Ev 7sal in li benda van rojan bûm"
Namzeta hecê ya 68 salî Nîhal Sînay ya ku ji Îdirê hat dema ku nûçegihanê AAyê hestên wê pirsîn got ku "Ev 7sal in ez li benda van rojan bûm. Ji ber ku hatim li van deran bi hezaran car ji Xwedê re şikir dikim." Jinika pîr nekarî xwe û girî û got ku digel ku nexweş e û di pişta wê de fitiq heye jî dîsa bi îzna Xwedê xwe gihande serê çiyê. Sînayê got ku 7 sal berê jî hatibû xaka pîroz û heke derfet bibîne dê cardin dîsa bê.
Şaban Erekogluyê ku ji Balikesîrê hat jî got ku "Hemd ji Xwedê re ku em hatin van deran û me derfeta dîtinê bi dest xist. Me ev cihên ku pêxemberê me lê geriyabû dîtin û Xwedê bike nesîbê her kesî. rê gelekî dirêj e, lê mirov çiqas tê bi îzne Xwedê hêsan dibe û em heta van deran hatin."
Erekoglu got ku hin hevalên wan mecbûr man ku vegerin û got ku çiqas bi cîwanî bên, ew qas baş e.
Ulfîye Koça ku ji Balikesîrê hat jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku ev hestên wisa ne ku ji bo derbirina wan peyv têrê nakin û Xwedê nesîbê her kesê bike.
- Ji bûyerên girîng yên dîrokê ye
Ew şikefta demA ku Cenabê Pêxember koçî Medîneyê dikir, xwe tê de veşartibû li Çiyayê Sewrê ye. Çiyayê Sewrê li rojhilatê başûrê Mescîda Heramê ye. Bilindahiya çiyê bi qasî 760 mêtreyî ye û çiya 3 kîlometreyan ji Kebeyê dûr e.
Li gor çavkaniyan piştî ku piraniya sehabiyan ji ber tehdeyên mûşrikên mekkeyî koçî Medineyê kirin, Hz. Pêxember jî biryara hîcretê da û bi hevalê xwe yê sadiq Hz. Ebûbekir re nîvê şevê kete rêya berevajî û giha Çiyayê Sewrê û xwe di şikefta li vî çiyayî veşart. Di maweya dema ku li vir man Ebdullahê kurê Hz. Ebûbekir bi şev hat bal wan û agahiyên ku bi dest xistibûn bi wan re parve kir. Mûşrikên ku li Darû'n-Nedweyê kom bibûn, li ser rewşê axivîn û biryar dan ku Hz. Pêxember bikûjin.
Kesên ku ji bo bicîanîna vî karî hatibûn peywirdarkirin li hemû derûdorê geriyan û heta heya li ber deriyê şikefta li Çiyayê Sewrê hatin û bi saya kerema Xwedê Teala negihan armancên xwe. Ji ber ku dema ku mêvanên pîroz di şikeftê de bûn, pîrebokan konê xwe li ber deriyê şikeftê çêkiribûn û kevokekê jî hêlîna xwe li ber şikeftê çêkiribû.
Bûyerên ku li şikefta Sewrê qewimîn, wek girîngtirîn ji yek bûyerên dîrokê tên qebûlkirin.