DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê bizina ku ji bo qurbanê sitandibûn û li ser banê avahiya 5 qatî girêdabûn, xwe ji ser avahiyê avêt û ket ser Heval Yildirimê 13 salî yê li kuçê dileyîst. Yildirimê ku birîndar bû û birin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê mir.
Li gor agahiyên ku hatin hildan bûyer li taxa Ferîtkoşkê ya li ser Yenîşehirê pêk hat. Welatiyekî ku li avahiya Arzû Yapiyê dijî ji bo di cejnê de ser jê bike bizinek sitand û ji ber nebûna cih bizina xwe bir ser banê avahiya ku dîwarê wê nêzî mêtroyekî bilind e. Lê belê bizinê xwe ji ser dîwêr re avêt.
Bizina ku xwe ji ser dîwêr re avêt ket ser Yildirimê 13 salî yê ku li kuçê bi hevalên xwe re dileyîst.
Yildirimê ku birîndar bû birin nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Diclêyê, lê Yildirim li vir mir.
Mehmet Yildirimê bavê zarokê 13 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku bizina ku xwe ji ser avahiyê re avêt, ket ser zarokê min.
Yildirim got ku 7 zarokê wî hene û Heval biçûkê malê ye û wiha dewam kir: "Min nedî bûyer çawa pêk hat. Bi qasî ku min ji cîranan bihîst, cîranekî me bizina ku ji bo qurbanê sitandiye dibe ser ban û dema ku zarok li ber avahiyê dileyîzin bizin xwe ji ser ban diavêje dikeve ser Heval."