2016 ж. 15 қыркүйек•Rojanekirin: 2016 ж. 19 қыркүйек
MEKE
Heciyên ku li erdên pîroz hecê xwe dikin di roja dawîn a Eyda Qurbanê da recimkirina şeytên temam kirin.
Heciyên li erdên pîroz di îbadeta hecê da hatin asta dawîn. Heciyên ku ji roja ewil a eydê dest pê kirin û li Cemeratê recma şeytan kirin û heca xwe qedandin.
Heciyên ku ewê bizivirin dest bi amadehiyên xwe kirin. Bi taybetî jî kesên ku ewê zû bizvirin xatirê xwe ji Kebeyê xwestin. Piştî recimkirina şeytên hecî çûn Herema Şerîfê û "tewafa xatirxwestinê" kirin.
Midûrê Gişkî yê Xizmetên Umre û Hecê ya Sarokatiya Karûbarên Diyanetê Dursun Aygun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku organîzasyona hecê bê pirsgirêk û bi serkeftî bi dawî bû.
- Karwana ewil vedigere
Aygun diyar kir ku karwana ewil ewê sibê dest vegerînê bike û wiha got: "Karwanên me yên ewil ewê sibê destpê bikin vegerin. Sibê bi wezîfadarên diyanetê ra hezar wê 700 hecî vegerin. 771 kesê ji Medîneyê derbasî Stenbolê bibin, 929 heciyê jî ji Cîdeyê derbasî Tirkiyeyê bibin.