
Makkah
Ji 2 milyonî zêdetir Misilman ên ji bo îbadeta hecê li xaka pîroz in, bûn hecî.
Heciyên namzed ên ku piştî weqfeya li Erefatê bi otobusan derbasî Mizdelifeyê bûn, diaya weqfeyê kirin û dû ra jî rahiştin keviran da ku biavêjin şeytan.
Misilman ji nîvê şevê û pê va qefle qefleyî rêya qedera 3,5 kîlometreyî meşiyan û gihîştin qada li Cemeratê ya ku şeytan didin ber keviran. Heciyên namzed li vir her yekî 7 kevir avêtin "Cemreya Aqabeyê" ku wekî şeytanê mezin tê îfadekirin.
Gelek Misilman piştî ku şeytan da ber keviran, bi meşê gihîştin Kabeyê, ziyareta tewafê kirin, traş bûn û ji îhramê derketin.
Misilmanên ku bi vî awayî peywirên xwe pêk anîn, bûn hecî.
Beşek ji heciyan nimêja sibeh û eydê li Kabeyê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.