Haydar Şahin
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
MEKKE
Piştî weqfeyê heciyan întiqalî Mînayê kirin û konên ku heciyan li Erefatê danîbûn tên rakirin.
Ekîba AAyê ji esman va dîmenên Erefata ku lê karên rakirina konan û paqijiyê dewam dikin kişandin.
Îsal 2 milyon heciyî konên ku tê da klîma hene bi kar anîn, karên rakirina konan û paqijiyê bênavber dewam dikin.
Hat dîtin ku Girê Rehmetê yê ku heciyan roja erefeyê hewl didan ku derkevinê vik û vala ye.
Karên paqijiyê yên ku li der û dora Mizgefta Nemîrayê dihatin kirin jî hatin temamkirin. Hezretî Mûhemmed li vê derê xutbeya xatirxwestinê dabû, nimêjên nîvro û esrê dabûn kirin.
Hecî piştî Weqfeya Erefatê ji rêyên li rexê Girê Rehmetê û Mizgefta Nemîrayê ra peyatî derbasî Muzdelîfeyê bûbûn û paşê jî derbasî Mînayê bûbûn.