Dinya

Erebistana Siûdî diyar kir ku ew ê îsal ji bo hec ji derva kesî qebûl nekin

Çağrı Koşak, Ali Semerci  | 12.06.2021 - Rojanekırın : 13.06.2021
Erebistana Siûdî diyar kir ku ew ê îsal ji bo hec ji derva kesî qebûl nekin

Suudi Arabistan

 Erebistana Siûdî diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ew ê îsal 60 hezar kesên ji nav welêt hecê xwe bikin û ji bo hatina ji derva destûrê nedin tu kesî.

Wezareta Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdî li ser tevdîrên li dijî nexweşiya koronayê yên ji bo hec û kesên bikaribin hecê xwe bikin daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ew ê îsal ji nav welêt 60 hezar kesî ji bo hec qebûl bikin, kesên nexweşiyên wan tunin, emrê wan di navbera 18 û 65î da ne û aşiya xwe bûne ew ê hecê xwe bikin.

Wezareta Hec û Umreyê di daxuyaniya 9ê gulanê da diyar kiribû ku îsal ji ber Kovîd-19ê ew ê ji bo hec tevdîrên tenduristî û ewlehiyê hildin û hecê wisa were kirin.

Erebistana Siûdî par ji ber Kovîd-19ê bi tenê ji nav welêt kêm kes ji bo hec qebûl kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın