Abdullah Tel
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
KERKÛK
Heyva Sor a Tirkiyeyê li Kerkûkê goştê qurbanê da 750 malbatên ku ji ber êrişên DEAŞa rêxistina terorî ji cih û warê xwe bûbûn.
Serokê Şaxa Odemîşê ya Heyva Sor a Tirkiyeyê Rifat Boyacioglu daxûyanî da nûçeginaê AAyê û diyar kir ku goştê qurbanê dan 750 malbatên di Kampa Yahyavaya ser bi Kerkûkê ye da dimînin.-
Midûrê Kampa Yahyavayê Şuayp Kasapoglu jî ji ber alîkarên tên kirin ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Heyva Sor a Tirkiyeyê ra sipas kir.
Heyva Sor a Tirkiyeyê bi armanca goşt li kesên di kampên deverên cihê yên welêt in da dijîn bê belavkirin duh jî li Hewlêrê 150 dewar wek qurban şerjê kiribû.