Muhammet Kurşun
2017 ж. 25 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 26 тамыз
CIDDE
Îsal jimara qeteriyên ku ji bo îbadeta hecê bi rêya bejahiyê derbasî Siûdiyê bûn gihîşt 700 kesî.
Li gor xebera televizyona Siûdiyê El Exbariyeyê, welatiyên Qeterê yên ji bo hecê di Deriyê Sînorî yê Selwayê re derbas bûn heta niha 700 kes in.
Herwiha bawermendên ji bo îbadeta hecê heta niha gihîştinê axa pîroz 1 milyon û 405 hezar kes in.
Hat ragihandin ku ji van milyonek û 313 hezar bi rêya esmanî, 80 hezar bi rêya bejahî û 12 hezar jî bi rêya behrê gihîştine Siûdiyê.
Yemenî di deriyê Wedîa û iraqî jî di deriyê Ererê re derbasî axa pîroz dibin.
Li gor heman heyama par îsal 350 hezar zêdehî heye.