Muhammet Kurşun
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
BEXDA
Li paytexta Iraqê Bexdayê welatiyên ji nijad, dîn û mezhebên cuda anîn ziman ku dê referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê rê li ber zeîfbûn, parçebûn û texrîbatê li welat veke.
Welatiyê bi navê Ehmed Seedî (şiî) li Bexdayê bo peyamnêrê AAyê wiha axivî:
"Kurd birayên me ne, lê qebûlkirina referandûma serxwebûnê îxanet e li nîştiman. Bi referandûmê dê welat dabeş bibe û parçe bibe. Eger Besra jî bixwaze veqete dê çawa bibe? Lazim e hikûmeta navendî bi tundî li dijî vê bisekine."
Welatiyê bi navê Xalid Abid (sunnî) jî wiha got:
"Em naxwazin Iraqeke parçebûyî ji neviyên xwe re bihêlin. Niha ne wextê vê ye. Pêşî lazim e em ji terorê xelas bibin."
Kurdê feylî yê bi navê Casim Kîfahî jî bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê parçeyekî Iraqê ye û girêdayî rêveberiya navendî bimîne dê baştir be.
Fermanberê malnişîn Necîb Ellawî jî raya xwe wiha anî ziman:
"Kurdistan parçeyekî Iraqê ye. Eger cuda bibe dê bingeha civakî zirarê bibîne."
Seyyid Huseyin Şemmerî jî got eger Iraqê yekparçe bimîne muhîm e, yan na tu hêza wê namîne.
Welatiyê xrîstiyan Raîd Mihenna jî got cudabûna Kurdistanê ji Iraqê ne li gor tarîxa Mezopotamyayê ye.