LONDON
Li Îngilistanê ji ber rewşa hewaya xerab Saziya Meteorolojiyê ji bo ku hemû welatî hay ji xwe hebin hişyarî da. Li welêt ji serê hefteyê vir de rewşa hewayê ne baş e û ji ber vê jî desteya wezîran di bin serokatiya Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron de di civîna "Qobrayê" de çend caran hatin bal hev. Wezareta Parastinê ji bo herêmên ku ji lehiyê zirar dîtine hezar û 500 xebatkarên leşkeriyê wazîfedar kir ku li wan herêman bixebitin.
Li başûrê Gallerê û li başûrê rojavayê Îngilistanê gelek xanî û mal ji ber bahoz û lehiyê bê ceyran man û hin rê jî hatin girtin, seferên trênan jî betal bûn.