Nivîskar û akademîsyenê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Noam Chomsky ji bo biryara der heqê pêşniyaznameya ku Filistînê wek dewlet dihesibîne û di Parlementoya Îngilistanê de hat qebûl kirin got: "Dengdayîna ku li Îngilistanê hat kirin ji bo çareserkirina pirsgirêka Filistînê dê li ser dewletên din jî ferz bike."
Chomsky li Neteweyên Yekbûyî (NY) beşdarî civîna ku bi destê Komîteya Mafên Sirûştî yên Filistîniyan a ji hev Naqetin bû û ewilî daxuyanî da rojnamegeran û paşê jî bangî kesên di Lijneya Giştî ya NYyê de ne kir.
Chomsk bi tevgerên xwe yên li dijî şer û kirinên DYAyê yên li Iraq û Vîetnamê ve tê naskirin û ji kesên ku herî zêde polîtîkaya karên derve yê DYAyê rexne dike jî yek e.
Chomsky di civînê de li ser pirsgirêka Filistînê, hebûna DYAyê ya li Rojhilata Navîn, DÎŞI û Iraqê sekinî.
Di bersiva der heqê pirsgirêka Filistînê de Chomsky diyar kir ku mafê filistîniyan ji bo hilbijartinê tuneye lê tercîha herî baş berxwedana li dijî dagirkirinê ye.
Chomsky biryara Parlementoya Îngilistanê ya ku pêşniyaznameya Filistînê wek dewlet dihesibîne jî baş dît û wiha got: "Çapemeniyê jî diyar kir ku dengdayîna li Îngilistanê sembolîk e, lê ev biryar dê tesîrê li ser polîtîkayên Îngilistanê bike."