Parlementerê Parlementoya Iraqê Cemal Koçer duh daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir Serokwezîr Barzanî û heyeta ku ji wezîran pêk tê îro li Bexdayê wê bi rayedarên hukumeta Iraqê re hevdîtinan bike.
Koçer destnîşan kir ku Barzaniyê bi Serokwezîr Ebadî re bê bal hev û di civînê de ji bo ku pirsgirêkên şandina budçeyê, dayîna mehaneya memûran û destûrdayîna îxrackirina neftê çareser bikin, biaxivin.
Koçer diyar kir ku ji xêncî van mijaran ew ê li ser alîkarîdayîna penaberên li Herêma Kurdistanê û çekên ku ji Pêşmergeyan re bên şandin jî muzekereyê bikin.