ÎSTANBÛL
Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li Sûriyeyê di 8 mehan de 191 kes kuşt û nêzîkî 2 hezar û 500 kesî jî revand.
Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ji 191 kesên ku DÎŞIyê kuştiye 149 kesên wan di meha çileya paşîn de hatine kuştin. Hat diyarkirin ku ji wan kesan 21 zarok, 6 jin û 7 kes jî rojnamevan in.
Di raporê de bi berfirehî qala înfazên ku DÎŞIyê li dijî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) kiriye te kirin. Ji alî din ve di raporê de tê gotin ku di 5ê çileya paşîn de li Anedana navçeya Helebê DÎŞI û Tugayên Tewhîdê ji bo peymana aştiyê hatine bal hev, lê di dawiyê de endamên heyeta Tugayên Tewhîdê bi tevahî hatine kuştin.