HELEB
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) ve hat kirin, firokeya artêşa Sûriyeyê 5 bombeyên warîlê avêtin Mesekîn Hanûnaya herêma Helebê.
Di encama vê êrîşa ku di nav de jin û zarok jî hebûn bi tevahî 23 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrîşê bi dehan malên li herêmê hilweşiyan. Welatî mirî û birîndarên ku di bin xirabeyan de mane bi hewl û xebatên xwe derdixin. Hat destnîşankirin ku rewşa hin birîndaran pir giran e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.