SOÇÎ
Merasima fermî ya 22yemîn Lîstikên Olîmpiyatê yên Zivistanê yên ku li bajara Soçiya Rûsyayê tê lidarxistin, bi rapêşiyên bihişmet dest pê kir.
Merasim li Stada Fisht Olîmpiyatê ya ku 40 hezar temaşevanî hildigire û di nav Parka Olîmpiyatê ya Soçiyê de ye, hat lidarxistin û listîkên zivistanê yên ku îsal cara 22yemîn tê lidarxistin, dest pê kir.
Beriya merasima fermî nimayîş hatin lidarxistin û merasimê di saet 20.14an de wekî sembola 2014an e dest pê kir.
Serokwezîr Erdogan bi xanima xwe re beşdar bû
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan jî merasim temaşe kirin.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn mazuvantiya merasimê kir. Digel Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan serokomar, serok û serokwezîrên gelek welatan jî beşdarî merasimê bûn. Wezîrê Spor û Cîwaniyê Akîf Çagatay jî di nav temaşevanên vebûna merasimê de bû.