Merasima Şeva Arûsê wê îsal cara yekem di 13yê Kanûnê de li Stenbolê, li salona Sînan Erdemê bê lidarxistin. Li bendê ne ku 15 hezar kes beşdarî bernameyê bibin.
Alimê mezin ê Tesewûfê Mewlana Celaledînê Rûmî mirina xwe weke "şeva dawetê" bi nav dike. Ji bo 741mîn salvegera mirina Celaledînê Rûmî wê cara yekem li Stenbolê, di Salona Sînan Erdem de bernameyek bê lidarxistin.
Ji ber ku tirba Mewlana Celaledînê Rûmî li Konyayê ye, heta niha merasima Şeva Arûsê bi tenê li bajarê Konyayê dihat lidarxistin. Lê îsal cara yekem li derveyî Konyayê merasim tê amadekirin.
Merasim bi alîkariya Şaredariya Mezin a Stenbolê, Wezareta Çand û Tûrîzmê û AdStationê ve tê organîzekirin.
Di bernameya Şeva Arûsê de wê Yavuz Bîngol, Mustafa Cecelî, Alîşan, Yusuf Guney û Samî Ozer derkevin dikê û îlahiyan bibêjin. Di bernameyê de wê pêşandana semazenan jî hebe.
Her wiha Taşkin Sabah jî wê bi orkestraya xwe beşdarî merasimê bibe. Wê Ertem Şener jî pêşkêşiya bernameyê bike.