ŞAM
Eyhem Ehmedê 26 salî û hevalên wî bi kilamên ku bi piyanoyê ve dibêjin, li dinyayê hatin naskirin. Anadolu Agencyê li qampa Yermukê ya ku heta niha lê 100 kes mirine, van xortên muzîsyen dît û bi wan re axivîn.
Eyhem Ehmedê 26 salî yê muzîsyen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî qampa Yermukê hat dorpêçkirin bi hin hevalên xwe re "Koma Xortên Yermukê" li dar xistin û Ehmed wiha got: "Ji bo me dengê muzîkê ji dengê guleyan baştir e. Em dixwazin ku bi muzîkê ve dengê xwe bigihînin dinyayê."
Ehmed destnîşan kir ku armanca wan ew e li herêmê di bin bombebarandinê de muzîkê bikin û bala saziyên navneteweyî jî bikşînin ser herêmê. Ehmed got ku amûrên muzîkê jî bi erebeya destan ve anîne herêma ku hê jî lê pevçûn hene.
Ehmed wiha axivî: "Tu tekiliyek me bi saziyên siyasî re tune. Em ji tu kesî alîkariyeke meddî jî naxwazin. Armanca me ew e ku dorpêçkirina li ser herêmê bê rakirin."
Ehmed Ehmedê bavê Eyhem Ehmed jî diyar kir ku ji ber dorpêçê di qampê de meriv birçîbûnê dimrin, lê ew jî ji bo ku balê bikişînin ser qampa Yermukê muzîkê dikin.
Ehmed bal kişand ku muzîk bangî derûniya merivan dike û ji bo fehmkirinê jî hewcedarî bi tu tiştekî nîne û wiha axivî:
"Ji ber dorpêçê heta niha ji ber birçîbûnê 100 kes mirin, wek hejmarekê lê nenihêrin. Em dixwazin ku bila şahî û hizûr bê qampê, bila dîsa aştî bê welêt ."