LONDRA
Di fînala çaryek a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Parîs Saînt Germaîna (PSG) tîma Fransayê û Chelseaya nûnerê Ingilistanê hatin hemberî hev.
Di pêşbirka ku li Londona paytextê Ingilistanê hat lîstin de Chelseayê PSGyê 2 û 0 têk bir.
Gola Chelseayê ya ewil di deqîqeya 32yemîn de Schurrle, ya duyemîn jî di deqîqeya 87emîn de Demba Ba avêt.
Pêşbirk 2 û 0 bi serkeftina Chelseaya qediya û bi vê skorê Chelsea derket nîvefînalê.