16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
ANKARA
Federasyona Halterê ya Navneteweyî (IWF) daxuyand ku 10 werzişvanên ku di nav de şampîyonê olimpiyatê û dinyayê Ilya Ilyînê ku ji Qazaqistanê jî heye, ji ber ku dopîng bi kar anîne ceza xwarin.
Hat gotin ku Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî (IOC) nimûneyên xwînê yên ku di olîmpiyatên sala 2012an car din lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê hat eşkerekirin ku hin werzişvanan di olimpiyatên sala 2012an a li Londonê de dopîng bi kar anîne.
Werzişvanên ku ceza xwarine ev in;
Zulfiya Chinshanlo, Maiya Maneza, Svetlana Podobedova, Ilya Ilyin (Qazaqistan), Dzina Sazanavets, Maryna Shkermankova, Yauheni Zharnasek (Belarus), Aptî Aukhadov (Rûsya), Yuliya Kalîna (Ukrayna), Boyanka Kostova (Azerbaycan).