16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 17 Hezîran 2016
PARÎS
Rûniştina doza Galatasarayê ya ku îtiraz li biryara UEFAyê kiribû li CASê dest pê kir.
UEFAyê bi hinceta şert û mercên fînansê yên fair-playê xwest ku Kluba Galatasarayê salek ji qûpayên (organîzasyonên) Ewropayê bê menkirin. Lê Galatasarayê îtiraz li vê yekê kir û serî li Dadgeha Zeximkirina Sporê ya Navneteweyî (CAS) da.
Serlêdana Galatasarayê hat qebûlkirin û rûniştina ewil a dozê dest pê kir.
Serokê klûba Galatasarayê Dursun Ozbek, alîkarê serok Eşref Alaçayir û parêzerê klûbê Jean-Louis Dupont beşdarî rûniştina doza ku li Buroya Parêzeriya Gideyê ya Parîsa paytextê Frensayê ye bûn.
Rayedarên Galatasarayê ji bo rakirina cezayê UEFAyê wê balê bikşînin ser rewşa aboriya klûbê ya ku li gor berê çêtire û hewl û xebatên rêveberiya nû.
Wisa tê texmînkirin ku Serok Ozbek piştî rûniştinê wê daxuyanî bide mensûbên çapemeniyê.