Endamê Boşnak ê Konseya Serokatiya Dewletêya Bosna Hersekê Bakîr Îzzetbegovîç, berî ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Bosna Hersekê daxuyanî da AAyê. Tê çaverêkirin ku Serokomar Erdogan di meha gulanê de Bosna Hersekê ziyaret bike.
Îzzetbegovîç peywendiya Tirkiye û Bosna Hersekê, dengvedanên hilbijartina giştî ya dê li Tirkiyeyê bê kirin nirxand.
Îzzetbegovîç got ku peywendiya Tirkiye û Bosna Hersekê "zehf baş e" û destnîşan kir ku ev têkilî dê bi saya ziyareta Serokomar Erdogan a welêt baştir bibe.
Bakîr Îzzetbegovîç got ku Tirkiye û Bosna Hersek li ser her mijarê li hev dikin û ji bo vê jî dema Serokomar Erdogan ew ê herêmê ziyaret bike, herî zêde ser têkiliyên aboriyê rawestin.
Îzzetbegovîç destnîşan kir ku Bosna Hersek li nîvê ereziyê xwe çandiniyê nake û wiha dewam kir: "Çemên me û ava me ya paqij heye. Di çemên me de dibe ku mirov masiyan xwedî bike an jî jê vejenê hilberîne. Ji bilî çemên me kanên me yên komirê, êzingên me û gelek çavkaniyên me yên ku hê nehatine kifşkirin hene. Niha li welatê me şert û merc baş in û heke karsazên Tirkiyeyê li vir sermaye deynin dê baş bibe."
Endamê Boşnak ê Konseya Serokatiya Dewletêya Bosna Hersekê Îzzetbegovîç derheqê hilbijartinên giştî yên dê di 7 hezîranê de bên kirin de wiha xeberda: "Bi saya vê ekîba (AK Partî) li Tirkiyeyê pêşveçûneke berbiçav çêbû. Ne tenê ji hêla aboriyê ve ji hêlên din ve jî Tirkiyeyê gihand astekî baş."