HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî destnîşan kir ku heke Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî di heyama 3yemîn de jî heman wezîfeyê bigre ser xwe dê ji bo ku ji Iraqê veqetin biçin referandûmê.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku serokê wê Mesûd Barzanî ye, daxuyaniyeke nivîskî da. Li gor daxuyaniyê Serokê HKIyê wiha got: "Heke Malikî di heyama 3yemîn de jî bibe serokwezîr dê li Kurdistanê gel biçe referandûmê û em ê têkiliyên xwe yên bi Bexdayê re ji nû ve saz bikin."
Barzanî diyar kir ku kurd ji hikûmeta ku serokwezîrê wê Malikî be re nabin şirîk û got ku ji bo hemû alî tevlî serokatiya hikûmetê bibin çi ji dest were dê bikin.
Di hilbijartinên parlementoyê yên Iraqê de "Bloka Muttehîdûn" 23, "Koalisyona Şiî" 29, Bloka Wetaniye"yê 21 û "Koalisyona Dewleta Qanûnî" ya ku serokê wê Malikî ye jî 93 parlementer bi dest xistibûn.
Li gor encamên teqez ên Komisyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê tu partî li gor encaman nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.
Ji bo avakirina hikûmetê divê di parlementoyê de 165 parlementer hebin. Tê gotin ku dê Malikî hikûmeta koalisyonê ava bike.