Îsal jî li Sûriyeyê Eyda Qurbanê bi xemgînî derbas dibe.
Hêzên Esed di Eyda Qurbanê de jî destê sibê ji hewayê êrîşî Helebê kirin. Hat îdiakirin ku balafirên şer ji xêncî bombeyan, gaza bijehr jî avêtin ser welatiyan.
Piştî dawîbûna êrîşan welatî çûn mizgeftên ewledar û nimêja eydê kirin. Cimaetê piştî nimêjê eyda hev du pîroz kir. Kûçe bi alayên "Sûriyeya Azad" ve hatin xemilandin.
Sûriyeyî piştî nimêja eydê çûn ser merzelan. Kesên ku çûn ser merzelan li wir ji bo eqrebeyên xwe yên ku mirine dia kirin û Qur'ana Pîroz xwendin. Hin kesan jî kulîlk danîn ser merzelan û av li mezelan reşandin.
Hin sûriyeyiyên ku firsen ditîn jî piştî ziyareta merzelan qurban serjê kirin.