Pêşmergeyên ku di dema Sedam Huseyîn de tevî Mele Mistefa Barzanî li dijî rejima Beasê şer kirin, niha jî li dijî êrîşên DÎŞIyê têkoşîn didin. Pêşmergeyên dildar ji bo ku pêşmergeyên ciwan Cejna Qurbanê li malê derbas bikin wê di cejnê de nobet bigirin.
Pevçûnên li Iraqê di cejnê de bênavber didomin. Taybetî li ser sînorê Mûsilê pevçûn zêde dibin. Taybetî li Şengal, Zumar, Rabîa û Beşikê hejmara pêşmergeyên teqawid û dildar her ku diçe zêde dibe.
- Sembola Barzaniyan
Pêşmergeyên dildar egalên sor û spî li serê xwe dipêçin ku ev sembola Barzaniyan e. Pêşmergeyên dildar qanas di destên wan de ne û li eniyê nobetê digirin.
Mistefa Molla Yehyayê pêşmergeyê dildar wiha got: "Em ê li dijî DÎŞIya ku mislimanan qetil dike û eleqeya wê bi Îslamê tuneye re heta dawiyê şer bikin. Me berê jî şerên wiha dîtin. Ji ber vê jî divê her kes tevlî vî şerî bibe."
Di destê pêşmergeyan bi piranî çeka qanas hene û piraniya wan jî nîşanger in. Şîrwan Barzaniyê birayê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ku ev pêşmerge girêdayî wî ne got ku piraniya van pêşmergeyan nîşanger in û wiha dewam kir: "Pêşmergeyên dildar taca serê me ne û ciwanên me perwerde dikin."