Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û nûnerê taybet ê Serokê DYAyê Barack Obama yê koalîsyona dijî DÎŞIyê General John Allen hatin bal hev.
Di civînê de Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derve ya DYAyê Brett McGurk, Balyozê Bexdayê yê DYAyê Stewart Jones û Konsolosê Hewlêrê Joseph Pennîngton jî hazir bûn. Civîna ji çapemeniyê re girtî li ofîsa serokwezîriyê ya li Hewlêrê pêk hat.
Li gor daxuyaniya di malpera fermî ya hikûmeta Kurdistanê de hat weşandin di civînê de geşedanên li Iraq û Rojhilata Navîn û rola Kurdistanê ya li dijî DÎŞIyê hat nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Barzanî ji bo koalîsyona navneteweyî sipasiya lijneya DYAyê kir û hat gotin ku wê hevkariya Herêma Kurdistanê ya ji bo têkoşîna dijî DÎŞIyê berdewam bike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê alîkariya DYAyê ya ji bo Kurdistanê jî berdewam bike.
Di civînê de têkoşîna dijî DÎŞI û alîkariyên leşkerî û însanî jî hatin nirxandin.
Li herêmê pevçûnên di nabeyna hêzên ewlehiyê û DÎŞIyê de dewam dikin û koalîsyona navteweyî ya di serkêşiya DYAyê de operasyonên hewayî dibe ser kozikên DÎŞIyê.