2015 ж. 04 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 04 қараша
HADRAMEWT
Hat ragihandin ku ji ber bahoza Chapalayê ya ku li Tengava Ommanê pêk tê û digehêje heya bajarê Hadramewtê kesek mir, 26 kes birîndar bûn û 43 mal jî rûxiyan.
Wezîrê Masîvaniyê yê Yêmenê Fehd Kefayîn di daxuyaniya xwe ya li ser Facebookê de destnîşan kir ku ji ber bahoza Cahapalayê kesek mir, 26 kes birîndar bûn û 43 mal jî rûxîn.
Kefayîn bal kişand ku ji ber bahozê 12 hezar neferên 2 hezar û 400 malbatî xaniyên xwe terikandin û koçî cihekî cuda kirin û herwisa 21 jî tekneyên masîvanan xerq bûn.
Di daxuyaniya ku duhê ji Ofîsa Çapemeniyê ya Komîteya Mudaxaleya Bilez a Hadramewtê ji bo AAyê hatibû kirin de wiha hatibû destnîşankirin, "Li qeraxê behrê ber êvarê ji ber bahozê, bejna pêlan biqasî 8 mêtroyan bilind bû û ji ber hindê zêdetirî 3 hezar malbatî mecbûr man ku malên xwe biterikînin."