06 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
OTTAWA
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bi minasebeta meha remezanê peyamek belav kir.
Di peyama xwe da Trudeau diyar got, "Misilmanên Kanadayê û yên dinê seba bibîranîna wehya Qur'ana Kerîm a ji Hz. Mihemmed ra dê bi rojî, nimêj û tefekurê ya ku dê mehekê bajo va derkevin rêwîtiyeke ruhî."
Trudeau, peyama xwe ya remezanê wiha domand:
"Meha remezanê ew dem e ku misilman tevî civakê dibin. Di vê mehê da misilman gazî cîran û hevalên xwe dikin û li ser sifra xwe ya fitarê cî didin wan, pariya nanê xwe parve dikin û digel hev îbadetê dikin, sedeqan didin hev û herwisa hevdu teşwîqî qenciyê dikin. Zengîniya çanda Kanadayê, mezintirîn hêzeke welatê me ye û di heman demê da em pê serbilind in. Li ser navê malbata xwe ez û jina min Sophie em ji kesên ku wê vê meha pîroz îhya bikin ra dixwazin ku remezaneke aram û mibarek derbas bikin. Remezana we bixêr be!"