ANKARA
Xebatkarên ku li Midûriyeta Giştî ya Anadolu Agencyê (AA) de dixebitin ji bo Heyvasor a Tirk xwîn dan.
Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê û Midûrê Giştî Kemal Ozturk li cihê xwîndayînê yê ku di salona konferansê de hat amadekirin xwîn da.
Ozturk wiha got: "Ji bo ku mirov bijî û bibe alîkar da ku kesên din jî bijîn, her dem hewcedarî bi xwînê heye. Dibe ku rojekê hewcedariya me jî hebe. Min jî xwîn da û hêvî dikim ku ji bo rewşên acîl û rojên nebaş hewcedarî çênebe."
Ozturk bal kişande feydeyên xwîndayînê û got ku ev berpirsiyarîyeke welatî ye û ji ber vê Anadolu Agencyê jî piştgiriyê dide vê xebatê.
Xwîndayîn dê sibê êvarê bi dawî bibe.